Li ser fermana Mesrûr Barzanî.. Hikûmetê buhayên testên Koronayê kêm kir

Navenda Nûçeyan (K24) – li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Tendirustiyê biryareke nû derxist ku testên Koronayê li nexweşxaneyên hikûmetî bêberamber be û li deriyên sînorî jî kêm kir.

Li gor fermana Wezareta Tendirustiyê, buhayên testa vîrûsa Koronayê wiha dibe:

- Test ji nexweş û pêketiyan re li nexweşxane û navendên hikûmî bêberamber e

- Li norîngehên giştî (hikûmî) ji piştî dewamê, buhayê testê ji 40 hezar Dînar dadikeve 25 hezar Dînar.

- Li deriyên sînorî û firokxaneyan, buhayê testê ji 40 hezar Dînar dadikeve 25 hezar Dînar.

- Li taqîgeh û nexweşxaneyên nehikûmî, buhayê testê ji 50 hezar Dînar dadikeve 35 hezar Dînar.