19 koçberên Kurd ji Rûsyayê vedigerin Kurdistanê
Ji balafirgeha Petersburg a Rûsyayê 19 koçberên Kurd vedigerin Herêma Kurdistanê.
Hewlêr (K24) – 19 koçberên ku ji bo derbasî Ewropayê bibin çûbûn Rûsyayê, vedigerin Herêma Kurdistanê.
Niha ji balafirgeha Petersburg a Rûsyayê 19 koçberên Kurd vedigerin Herêma Kurdistanê.
Hat ragihandin ku ew koçber dê roja 19/01/2022yan di demjimêr 01:40î de li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bin.
Ew koçber roja 26/11/2021ê, di dema hewldana derbasbûna bo welatên Ewropayê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê ve hatine desteserkirin û pişte li gor qanûnên Rûsyayê, tevî cezayê maddî yê pereyan, nêzîkî 2 meh zindanîkirinê hatine cezakirin.