Şêwirmendê Serokwezîr Şêx Şamo jiyana xwe ji dest da
Şêx Şamo ji ber nexweşiya Koronayê (Covid-19) li Enqerê tedawî dibû.
Hewlêr (K24) – Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawî kir.
Şêx Şamo, Şêwirmendê Serokwezîr bo Karûbarên Êzidiyan û Serokê Desteya Bilind a Binkeya Rewşenbîrî ya Lalişê û parlamenterê berê yê Kurdistanê, ji ber nexweşiya Koronayê (Covid-19) îro 18ê Çileya 2022yan jiyana xwe ji dest da.
Şêx Şamo li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê ji ber Koronayê li nexweşxaneyê tedawî dibû.