Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Şêx Şamo dike
Mesrûr Barzanî: Şêx Şamo kesayetiyekê nîştimanperwer û diyar û jêhatî yê Êzidiyan bû.
Hewlêr (K24) – Ji ber koça dawî ya Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Behî û sersaxiyeke bi jan û pejare ya xwe arasteyî malbat û kesûkar û civaka Êzîdiyan bi giştî dikim, ku mixabin evro Şêx Şamo Şêxo Ne'mu, kesayetiyê berniyasê Kurdistanê û Serokê Desteya Bilind a Binkeyê Lalişê yê Rewşenbîrî û Civakî û Şêwirmendê Serokwezîr bo Karûbarên Êzidiyan koça dawî kir.
Ez xwe bi hevpişkê xema wan dizanim. Şêx Şamo kesayetiyekê nîştimanperwer û diyar û jêhatî yê Êzidiyan bû û xizmeteke berçav a doza gelê Kurdistanê kiriye û herdem berevanê maf û daxwaziyên Kurdên Êzidî bû û rolekê giring di parastin û xurtkirina pêkvejiyana aştiyane hebûye.
Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û hedarê bi malbata wî ya birêz û heval û xuşk û birayên Êzidî bibexşîne.
Giyanê wî şad û yada wî bi xêr.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê