Sê nahiyeyên Herêma Kurdistanê bi fermî bûn qeza
Fermana qezabûna sê nahiyeyan îro 18ê Çileya 2022yan bi awayekî fermî kete warê cîbicîkirinê.
Hewlêr (K24) – Fermana qezabûna herdu nahiyeyên Enkawa û Pîrmam li parêzgeha Hewlêrê û nahiya Bazyan li parêzgeha Silêmaniyê, îro 18ê Çileya 2022yan bi awayekî fermî kete warê cîbicîkirinê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; piştî fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî di roja 23yê Kanûna 2021ê de ji bo qezabûna herdu nahiyeyên Enkawe û Pîrmam yên Hewlêrê û nahiya Baziyan ya Silêmaniyê, îro ew ferman bi awayekî fermî kete warê cîbicîkirinê.
Fermana qezabûna wan her 3 nahiyeyan, di çarçoveya girîngîdana kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ji bo hêsankariya karûbarên welatiyan.