Serok Barzanî: Şêx Şamo kesayetekî kurdperwer û niştimanperwer bû
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Şêx Şamo peyameke sersaxiyê belav kir.
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Şêx Şamo Şêx Ne'mo peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand; Şêx Şamo kesayetekî kurdperwer û niştimanperwer bû, ku xizmeteke mezin li doza xûşk û birayên Êzidî û pêkvejiyan û aştiyê kiriye.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar ê Kurdistanê û Serokê Desteya Bilinda Binkeya Laliş Şêx Şamo bihîst.
Şêx Şamo kesayetiyekî kurdperwer û niştimanperwer bû ku xizmeteke mezin li doza xûşk û birayên Êzdî û pêkvejiyan û aştiyê kiriye û jidestdana wî ziyaneke mezin e.
Sersaxiyê li malbat û kesûkar û nas û hevalên wî û li Binkeya Laliş û tevahiya xûşk û birayên Êzdî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Şêx Şamo bi bihişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.
Mesûd Barzanî
18.01.2022