Encûmena Wezîran dabeşkirina nefta sipî û hin pirsên din gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û dabeşkirina nefta sipî û çend pirsên din gotûbêj dike.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, îro 19/1/2022an Encûmena Wezîran civîna xwe ya heftane bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî girê dide.

Diyar kir jî di civînê ev pirsên li jêr tên guftûgokirin:

- Pêşkêşkirina pêşniyarên civîna Komîta darayî ya taybet bi rêkxistina hin babetên girêdayî bi wezaretên Navxwe, Çandinî û Çavkaniyên Avê, Tendirustî, Bazirganî û Pîşesazî.

- Pêşkêşkirina pêşnayara ji bo hêsankirina vegerandina pêşîneyên darayî, bac, cezayên darayî û xercên milkên dewletê.

- Agahdarkirina Encûmena Wezîran bi proseya dabeşkirina nefta spî li ser welatiyan ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ve.