Wezîrê Samanên Sirûştî: Hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê kir
Ji ber teqîna boriya petrolê li Meraşê, hinardekirina petrolê rawestiyabû
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand, boriya petrolê ya li Meraşê teqiyabû hat çakkirin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Cîhanê dest pê kir bû.
Şeva borî boriya veguhastina petrola Kerkûkê bo bendera Cîhanê, li Meraşa Bakurê Kurdistanê teqiyabû, di encamê de agir pê ketibû.
Wezîrê Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî ji K24ê re ragihand, boriya petrolê ya li Meraşê teqiyabû, îro hat çakkirin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Cîhanê dest pê kir bû.
Di wê derbarê de Kompanyaya “Butaş” ku serperiştiya vegihastina petrola xam a Kurdistan û Kerkûkê bo bendera Cîhanê li Tirkiyê de ji K24ê re ragihand, heta niha sedema teqîna boriya petrolê ne diyar e. destnîşan kir jî, tîmên wan zû dest bi çakkirina wê boriyê kirin.