VÎDEO – Rêveberê Bendava Duhokê û çend endezyar di bin erdê de asê man
Di nava asansorê de 55 metre di bin erdê de asê mane.
Duhok (K24) – Rêveberê Bendava Duhokê û çend endezyar nêzîkî 3 demjimêr e di nava asansora Bendava Duhokê de asê mane.
Li gor zanyariyên ku ji Rêveberêm Bendava Duhokê Ferhad Mihemed ve bo K24ê hatine şandin; tîmên Berevaniya Şaristanî hewl didin Rêveberê Bendava Duhokê û çar endezyarên ku di nava asansorê de 55 metre di bin erdê de asê mane, rizgar bikin.
Ji ber qutbûna kabloyên asansorê, ew pênc kes asê mane û niha tîmên Berevaniya Şaristanî bi rizgarkrina wan ve mijûl in.