Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê kir
Ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê Ebdulsetar Me'rûf Seîd.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê Ebdulsetar Me'rûf Seîd peyameke sersaxiyê arasteyî kesûkar û malbata wî kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi xem û kovan ve, me nûçeya xatirxwestinê ya Xwedê jê razî Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê û xebatkarê bi wefa yê kurdayetiyê Ebdulsetar Me'rûf Seîd (Ebdulsetar Kurêmeyî) bihîst.
Em sersaxiyê li malbat û hemû dost û hevalên Xwedê jê razî dikin û em xwe hevxemê wan dizanin.
Em ji Xwedayê mezin daxwazkar in giyanê wî bi bihişta berîn şad bike û sebr û hedarê bide her kesî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê