Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1370 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1370 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1370 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 690 kes li Hewlêrê, 203 kes li Silêmaniyê, 434 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 39 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 192 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 55 kes li Hewlêrê, 124 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 392791

Mirin: 7175

Başbûn: 374291

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.