Ahmet Davutoglu piştgirî da kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî

“Hêvî dikim ne tenê ew kesên ku zimanê wan yê zikmakî Kurdî ye, her kesên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn vî zimanê qedîm meraq bikin û hîn bibin.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî bang li welatiyan kir û got: “Hêvî dikim ne tenê ew kesên ku zimanê wan yê zikmakî Kurdî ye, her kesên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn vî zimanê qedîm meraq bikin û hîn bibin.”

Şaxên Bakurê Kurdistanê yên Partiya Pêşerojê û Serokê Giştî yê Partiyê Ahmet Davutoglu piştgirî didin kampanyaya hilbijartina waneyên fêrkirina zimanê Kurdî.

Serokatiya Wanê ya Partiya Pêşerojê li ser torên civakî bi kurdî bang li hemû Kurdan kirin, di dibistanan de bo zarokên xwe waneyên Kurdî hilbijêrin.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî, bi twîtek ew vîdyo parve kir û bi zimanên Kurdî û Tirkî bang li hemû kesan kir û got: “Hêvî dikim ne tenê ew kesên ku zimanê wan yê zikmakî Kurdî ye, her kesên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn vî zimanê qedîm meraq bikin û hîn bibin.”