Encûmena Wezîran civîna xwe ya heftane pêk anî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna heftane ya Encûmena Wezîran kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 19ê Çileya 2022yan bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, serperiştiya civîna heftane ya Encûmena Wezîran kir.
Di civînê de Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêşniyarên civîna Lijneya Wezarî yên li ser rêkxistina mijarên çandinî û parastina berhema xwemalî ya çandinî û pîşesaziyê pêşkêş kir, bi cûreyekê ku rê li ber sûdmendbûna nerewa bigre û ji bo berjewendiya sektora taybet a xwemalî û cotkar û xwediyên projeyên çandinî û pîşesaziyê were rêkxistin. Herwiha pêdaçûnê li efûkirina gumriga projeyan û şopandina karên deriyên sînorî yên li Herêma Kurdistanê û rêkxistina wan di çarçoveya yasayan de.
Di beşa duyem a civînê de Encûmena Wezîran pêşniyarên ku hatin pêşkêşkirin, pesend kirin ji bo hêsankarîkirina bo welatiyan di dayîna wan pabendiyên darayî de ku li stûyê wan in bo Wezareta Darayî û Aborî, da ku weke dahata giştî careke din ji bo berjewendiyên welatiyan di xerciyên giştî de werin xerckirin.
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Kemal Etrûşî di beşa dawî ya civînê de hûrgiliyên proseya dabeşkirina nefta spî bo welatiyan, pêşkêş kir.
Li gor lîsteya Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, her malbatek 200 lître neft werdigre bi nirxê 55 hezar dînar ku ev neft jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê dabînkirin û kalîteya wê jî di asta herî bilind de ye.