Baregeha Barzanî li ser êrîşa dijî ofîsa Şaxewan Ebdullah daxuyanî da

"Em bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikin."

Hewlêr (K24) – Baregeha Barzanî li ser êrîşa li dijî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:

Em bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikin, ku îşev li ser ofîsa heval Şaxewan Ebdullah, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê li bajarê Kerkûkê êrîş hat kirin.

Em daxwaz dikin aliyên pêwendîdar vê kiryara terorîstî bişopînin û kesên ku ev êrîş encam dane eşkere bikin û cezayê wan bidin.

Teror ti car nikare bi ser îradeya azadîxwaz û pêkvejiyanê de zal bibe.

Baregeha Barzanî

19ê Çileya 2022yan