Dema hilbijartina dersa Kurdî heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin
Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ragihand; dema hilbijartina dersên bijarte heta 7ê Sibata 2022yan hat dirêjkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ragihand ku ji ber rewşa neyînî ya hewayê, dema hilbijartina dersên bijarte heta 7ê Sibata 2022yan hat dirêjkirin.
Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û beşek ji parêzgehên Tirkiyê ev demeke berf zêde dibare û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dike û hejmareke zêde dibistan hatin girtin.
Li gor proseya berê dema dersên bijarte heta 21ê Çileyê bû û ev çend roj in ku li piraniya parêzgehan dibistan hatine girtin û xwendekaran nikarîbûn dersa dixwazin hilbijêrin û li ser medya civakî, dirêjkirina proseyê ket rojevê.
Li ser vê yekê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê jî biryar da ku ji ber rewşa neyînî ya keş û hewayê proseya dersên bijarte heta 7ê Sibata 2022an bê dirêjkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin.
Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.