Çar mûşek li nav bajarê Efrînê ketin: Kuştî û birîndar hene

6 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes birîndar bûn.

Efrîn
Efrîn

Hewlêr (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çar mûşek ketin û bû sedema kuştina 6 kesan û birîndarbûna 26 kesan.

Jêderekê ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand; îro 20ê Çileya 2022yan li navenda bajêr çar mûşek ketin û di encama wê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes birîndar  bûn.

Herwiha eşkere kir; ji wan 6 kuştiyan, 3 kes zarok û kesek jî jin e, herwiha ji 26 birîndaran, 10 kes zarok û 7 kes jî jin in.