Li Xaneqînê êrîşî mala kadroyekî PDKê kirin

Du kesan bi motorsîkletê nêzîkî mala kadroyekî PDKê bûne û narincok avêtine nav malê.

Encama teqîna narincokê
Encama teqîna narincokê

Hewlêr (K24) – Li nahiya Qeretepe ya ser bi navçeya Xaneqînê bo narincokan êrîşî mala kadroyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin.

Berpirsê Qeretepe yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Îbrahîm ji K24ê re ragihand; derengê şeva borî du kesan bi motorsîkletê nêzîkî mala kadroyekî PDKê bûne û narincok avêtine nav malê.

Li gor zanyariyan; navê endamê PDKê Hesen Mihemed e û êrîş nebûye sedema ziyana canî û zirar gihîştiye beşeke mala wî.

Kemal Îbrahîm eşkere kir; hêzên ewlehiyê dest bi lêkolîna bûyerê kirine.