Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê

Ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Mela Hadî Kareş.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Endamê Xula Yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Mela Hadî Kareş peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên Mamoste Mela Hadî Kareş, Endamê Xula Yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û kesayetê diyar ê civakî dikim.

Ez xwe hevxemê malbata wî dizanim. Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide kesûkar û dost û nasên wî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê