Firokeyên Tirkiyê du caran çiyayê Şingalê bombebaran kirin
Nûçegihanê K24ê ragihand; otomobîleke PKKê hatiye armanckirin.

Şingal (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê di nava demjimêrekê de du caran pêgehên PKKê yên li çiyayê Şingalê bombebaran kirin.
Nûçegihanê K24ê Mahir Şingalî ragihand; otomobîleke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye armanckirin, ku çekdarên PKKê tê de bûn û ser bi Fewca 80 (Fewca Eşayîrî) ye û ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin.
Herwiha eşkere kir; di encama bombebaranan de kuştî û birîndar hene, lê ji ber devera ku hat bombebarankirin cihê perwerde û rahênana wê grûpê ye, rê nayê dayîn kesek nêzîkî wê deverê bibe.
Tê nûkirin...