Mesrûr Barzanî bo Kazimî: Em êrîşa terorîstî ya çekdarên DAIŞê şermezar dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêwendiyeke telefonî encam da.
Hewlêr (K34) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 21ê Çileya 2022yan di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî êrîşa terorîstî ya çekdarên DAIŞê bo ser artêşa Iraqê li parêzgeha Diyala şermezar kir.
Di pêwendiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî şermezarkirina êrîşa terorîstî, sersaxî û hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna 11 serbazên Iraqî, ku di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de şehîd bûn, ji Serokwezîrê Iraqê re gihand.
Her du aliyan hevnêrîn bûn li ser zêdekirin û pêşvebirina zêdetir a hevkarî û hemahengiyê, ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê.