Şerê zindanê Hesekê di roja sêyemîn de berdewam dike û hejmara kuştiyan zêde dibe
Şeva Pêncşemê çekdarên DAIŞê êrişî zindana Guwêran a Mezin li bajarê Hesekê kirin û hewla azadkirina endamên zîndankirî dabûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Şer û pevçûnên li zîndana “Sinaa” a Hesekê, mezintirîn zindanên DAIŞê li Sûriyê di roja 3emîn berdewam e û hîn hemû endamên DAIŞê yên reviyane nehatine desteserkirin. Ji ber rewşa li bajarî jî, bi sedan xelkên taxa Giwêran û yên derdora wê koçber bûne.
Şeva Pêncşemê çekdarên DAIŞê êrişî zindana Guwêran a Mezin li bajarê Hesekê kirin û hewla azadkirina endamên zîndankirî dabûn, ku nêzîkî 5 hezar endamên wê rêxistinê tê de ne. ji wê demê ve şer û pevçûnên di navbera DAIŞ û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de di roja sêyemîn de berdewam in.
Li gorî rapora herî dawî ya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama şer û pevçûnan de 28 endamên hêzên ewlehiyê û 5 sivîl hatin kuştin û 45 endamên DAIŞê jî hatin kuştin.
Rewangehê girtina bi sedên girtiyên DAIŞê piştrast kir, di heman demê de “bi dehan” ji wan hîna azad in, bêyî ku hejmara giştî ya girtiyên ku karîbûn birevin diyar bike.
Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand, rewşa awarte li zindan û derdora wê berdewam e û amaje bi wê yekê jî kir ku şer û pevçûn li aliyê bakur ji derdora girtîgehê derketine.
Li gor zanyariyan, nêzîkî 12 hezar tundrewên ji pêncî netewan di zîndanên ku li deverên di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk de ne hene.
Bi piştgiriya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, HSDê oparasyona li dijî şaneyên DAIŞê û girtiyê ku ji zîndanê reviyane li taxa Giwêran û derdora wê berdewam dike. Li gorî daxuyanên HSDê jî, hejmarek ji endamê DAIŞê hatine desteserkirin û hin ji wan hatine kuştin.
Di heman demê de û li gor zanyariyan hejmarek welatiyên sivîl ji aliyê şaneyên DAIŞê hatine kuştin û vê yek metisrî li cem xelkên bajarê Hesekê peyda kiriye û bûye sedem ku bi sedan kes koçber bibin.