Li Diyarbekirê di çalakiya windayîyên kiryar nedîyar de Îlyas Eren hat bibîranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê Diyarbekirê 676 emîn çalakiya windayîyên kiryar nedîyar jî bi şiyara ‘bila kiryar bên dîtin, tawanbar bên cezakirin’ hat lidarxistin. Di vê hefteyê de, Îlyas Eren’ê ku di sala 1997’an de, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyeyê ve hatibû desteser kirin û winda kirin hat bibîranîn.
Pismamê Îlyas Eren û Serokê Baroya Diyarbekirê, Nahît Eren, bal kişand ku bi deh hezaran Kurd, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, wek Îlyas Eren hatine winda kirin û polîtîqaya parastina kiryarên wan jî, heta niha ji aliyê dewletê ve hatine parastin. Nahît Eren, balê kişand ku siyasetmedar behsa hevhelal kirine dikin, lê tu car gavên pratik navêjin û dikarin, bi rûqalbûyîna salên 1990’an gavên dilsoz yên hevhelalkirinê biavêjin.
Hevserokê Komelleya Mafên Mirovan ÎHD’ê yê Diyarbekirê Abdulah Zeytûn daxuyand ku ew polîtîkaya parastina tawanbarên ku endamên hêzên ewlehiya Tirkiyeyê ne hêj jî berdewam dike û bang û daxwaz kir ku bi serdestiya hiqûqê hemû tawanbar bên dîtin û cezakirin.
Piştî ku çîroka Îlyas Eren ya ku çewa hatiye winda kirin ji aliyê endama Komisyona Kesên ku Desteserkirîbûne û Hatine Winda kirin a ÎHD a Diyarbkirê Derya Yildirim ve hat xwendin, çalkiya hefteyî bi dawî hat.