Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 xort revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kes ji gundekî Efrînê revandin.
Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa Polîsa Medenî roja 19/1/2022an bi ser gundê Coqê yê ser bi Efrînê de girt û 4 xort revandin.
Navên xortên hatine revandin wiha ne: Ehmed Emîn Ebdo, Selam Emîn Elxedo, Mistefa Mistefa Emara, Mistefa Ebdilrehman Emara.
Wî jêderî amaje bi wê da, ew her 4 xort bi tometa “pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn” tên tometbarkirin.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.