HSD ziyanên şerê 3 rojan ê zîndana Hesekê aşkere dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aşkere dike, di 3ê rojên şerê zîndana Hesekê de, 17 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aşkere dike, di 3ê rojên şerê zîndana Hesekê de, 17 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro di daxuyaniyekê de ragiahnd, ji dema êrîş teroristên DAIŞê li ser zîndana Hesekê di 20/1/2022an de, 17 şervanên HSDê û endamên asayişê canê xwe ji dest dane û 23 şervan û karmendên sivîl jî birîndar bûne.

Her îro jî Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kiribû, îro danê sibê şer û pevçûn giran di navbera HSD û çekdarên DAIŞê derketibûn û di encamê de 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û şervanên HSDê karî gelek xalan li aliyê bakurê zîndanê kontrol bike.

Şeva Pêncşemê 20 vê mehê çekdarên DAIŞê êrişî zindana Guwêran a Mezin li bajarê Hesekê kirin û di encamê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê reviyabûn.

Li gor zanyariyan, heta niha hejmarek ji çekdarên reviyayî hatine desteserkirin, li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî dora 70 endamên DAIŞê di pevçûnan de hatine kuştin û hejmareke din jî hîna nehatina desteserkirin.

Operasyonên HSD bi piştgiriya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî şaneyên DAIŞê û girtiyên ku ji zîndanê reviyane li taxa Giwêran û derdora wê berdewam dike.