Li Herêma Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 580 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 580 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 254 kes li Hewlêrê, 38 kes li Silêmaniyê, 278 kes li Duhokê û 10 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê û 1 kes li Silêmaniyê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 245 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 396428
Mirin: 7184
Başbûn: 375213
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.