Qedexeya giştî li Hesekê û ya sînordarkirî li herêmên din hat ragihandin

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser qedexeya giştî li Hesekê û ya sînordarkirî li herêmên din ji bo hefteyekê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ji bo parastina ewlehiya herêmê, qedexeya giştî li Hesekê û qedexeya sînordarkirî li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, dewleta Tirkiyê di armancên xwe yên têkbirina aramî û ewlehiya Rêveberiya Xweser de bi bin ket, ji ber vê yekê careke din berê xwe da DAIŞ`ê da ku armancên xwe yên qirêj pêk bîne.

Got jî: “Lê berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ev êriş têk birin û armanca dewleta Tirkiyê ya dagirker vala derxist.”

Desteya Hundirîn dibêje: “Em weke Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser qedexeya giştî heya hefteyekê li ser bajarê Hesekê radigihînin. Qedexe ji 24`ê Çile dest pê dike heya 31`ê Çile berdewam dike. ”

Diyar kir jî, “Qedexe giştî ye, tenê saziyên xizmetguzariyê yên wekî (Firne, aş, navendên tenduristiyê, sotemenî û şaredarî) ku xwezaya karên wan cuda ye, dê bixebitin. Her wiha li bajarên din jî qedexeya sînordarkirî ji demjimêr 06:00`ê êvarê û heya 06:00`ê sibehê dest pê dike.

Desteya Hundirîn diyar dike, di dema qedexeyê de tevgera çûnûhatina di navbera bajaran dê were qedexekirin, da ku hêzên me karibin bi erkê xwe ya parastina ewlehî û aramiya herêmê rabin.