Amerîka daxwaz ji malbatên dîplomatên xwe dike ji Kîevê derkevin

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Rûsya hêzê li ser sînorê Ukraynayê kom dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ber zêdebûna rageşiya li ser sînorê Rûsya – Ukraynayê, daxwaz malbatên dîplomatên xwe yên li paytexta Ukraynayê, Kîev kir ku jê derkevin û herwiha hişyarî da welatiyên xwe ku serdana Rûsyayê nekin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ji welatiyan re got, “Em şîret dikin ku neçin Rûsyayê ji ber aloziya berdewam a li ser sînorê bi Ukraynayê re.”

Wezaretê ji welatiyan re got, ji ber komkirina hêzên Rûsî li ser sînorê Ukraynayê û rageşiya berdewam, dibe ku karînên Balyozxaneya Amerîkî ji bo alîkariya welatiyên Amerîkî sînordarkirî bin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve Amerîka ya ferman da malbatên dîplomatên xwe yên li paytexta Ukraynayê, Kîev, ku ji wî welatî derkevin, ji ber ku lgefeke eşkerî ya Rûsyayê li ser wî welatî heye.

Daxuyaniya Wezareta Derve piştî wê yekê tê, Rûsya bi deh hezaran leşkeran, tevî cebilxaneyek ji tank, zirîpoş, top û mûşekan li ser sînorê xwe bi Ukraynayê re kom dike.

Ji aliyekî din ve, medyaya Îsraîlê aşkere kir, di egera êrişa Rûsyayê ya ser Ukraynayê de, Hikûmeta Îsraîlî amadekariyan dike ku bi hezaran cihûyên Ukraynayê yên ku dixwazin koçî Îsraîlê bikin, derxîne.

Her di vê derbarê de Brîtanya Moskow tawanbar dike ku “dixwaze rêberekî ser bi Rûsyayê ve, li Kîevê bi cih bike" û plan dike Ukraynayê dagîr bike.