Nêçîrvan Barzanî: Rola revenda Lubnanî li Herêma Kurdistanê di warê xizmetguzarî û bankdariyê de hebû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 24/1/2022 pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Lubnanê Dadwer Hinrî Xûrî û şanda pê re kir ku ji Serokê Encûmena Dadweriya Lubnanê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî û hejmarek ji şêwirmendan pêk hatibû û bi vexwendinekê ji bo beşdariya di bîranîna Roja Dadweriya Iraqê da, serdana Bexdayê kiribûn.
Di hevdîtinê de ku Wezîrê Dad yê Herêma Kurdistanê amade bû, ronahî hate xistin ser sîstem û rewşa desthilata dadwerî û dadgehan û lêkçûna wan li Lubnan û Iraq û Herêma Kurdistanê û warê alîkariya di navbera desthilata dadweriya Lubnan û Iraqê û sûd wergirtina ji ezmûnên hevdu xistin ber behs, her wiha tekez li ser girîngiya serbixweyî ya desthilata dadwerî kirin û her du alî hevra bûn ku serbixweyîya dadwerî bingeha dewletdariyê ye.
Pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî li Iraq û Lubnanê mijareke din a hevdîtinê bû. Di vê derbarê de şanda Lubnanî hinek zanyariyên di derbarê hewlên Hikûmeta Lubnanê ya ji bo derbaskirina rewşa dijwar a niha ya aboriya welat û qeyranan xistin rû, her wiha behs li despêşxeriyeke Komkara Erebî ya ji bo piştevaniya desthilata Dadweriya Lubnanî ya li rewşa niha da kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî serdana şandê ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn û hêvî xwest alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Lubnanê di warê dadweriyê de bihêztir bê kirin û bal kişand li ser rola revenda Lubnanî li Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li warên avadankirin û xizmetguzarî û bankdariyê da.
Rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistan û Lubnanê û çend pirsên din ên girîng û hevbeş, mijarên din ênda hevdîtinê bû.