Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Lubnanê kir
Di civînê de guftûgo derbarê rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Lubnan û Iraqê bi taybetî hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 24/1/2022 pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Lubnanê Dadwer Hinrî Xûrî û şanda pê re kir ku ji Serokê Encûmena Dadweriya Lubnanê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî û hejmarek ji şêwirmendan pêk hatibû.
Di hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Wezîrê Dadê yê Lubnanê û şanda wî de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Lubnan û Iraqê bi taybetî hatin kirin.
Gefên terorê li Iraq, Sûriye û navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê mijarên din ên hevdîtinê bûn.