Mesrûr Barzanî: Rola desthilata dadweriyê girîng e û desthilateke serbixwe ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Lubnanê Dadwer Hinrî Xûrî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24/1/2022 pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Lubnanê Dadwer Hinrî Xûrî û şanda pê re kir ku ji Serokê Encûmena Dadweriya Lubnanê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî pêk hatibû.
Şanda Lubnanî tekezî li girîngiya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Lubnanê di warên cuda de kir, bi taybet pêşxistina hevahengiyê di warê desthilata dadweriyê û sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûnên hevdu.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî amajepêdana bi rola girîng a desthilata dadweriyê li Herêma Kurdistanê ku desthilateke serbixwe ye, amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo bihêzkirina hevkarî û hevahengiyê ligel desthilatên dadweriyê yên Lubnanê nîşan da.