Ji ber sivikatiya li Davutoglu cezayê girtîgehê li Demirtaş hat birîn

11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ahmet Davutoglu û Selahattin Demirtaş
Ahmet Davutoglu û Selahattin Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku bêhtirî pênc sal e di girtîgehê de ye, bi tohmeta sivikayetî li Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu kiriye, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

14emîn Dadgeha Ceza ya Mêrsînê îro duşemê 24ê Çileya 2022yan li proseya dadgehkirina Selahattin Demirtaş li ser dosyeya “sivikayetîkirina li Ahmet Davutoglu” birêve çû ku ji ber axaftineke di 27ê Sibata 2016an de di mitînga partiya xwe ya Mêrsînê de pêşkêş kiribû, doz derbarê Demirtaş de hatibû vekirin.

Hejmarek parêzerên Demirtaş li dadgehê amade bûn û Selahattin Demirtaş ji Girtîgeha Edîrne û hejmarek parêzerên Demirtaş ji Amedê bi rêya sîstema deng û dîmen beşdarî rûniştina dadgehê bûn.

Demirtaş diyar kir ku axaftina wî ya derbarê Davutoglu de rexne ye û rexne li helwesta Davutoglu ya derbarê dozê de girt û got, "Tevî ku serokê partiyeke opozisyonê jî, heta niha dest ji vê dozê bernedaye. Ev siyaseteke çawa ye?"

Parêzerên Demirtaş bêberpirsiyariya qanûnî ya muwekîlên xwe bi bîr anîn û xwestin dosya bê betalkirin, eger nebe bila daxwazên dirêjkirin û lêpirsînê bên lêkolînkirin.

Dozgeriyê di dadgehê de xwest ku daxwazên parêzeran bên redkirin û Demirtaş bi tohmeta “heqaretê” bê cezakirin.

Dadgerê Dadgeha Mêrsînê jî bi tohmeta sivikayetîkirina li Ahmet Davutoglu, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Selahattin Demirtaş birî.

Demirtaş ji sala 2016an ve bi tohmeta “terorê” di girtîgehê de ye, ligel ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê çendîn car daxwaza azadkirina wî kiriye.

Fly Erbil Advertisment