Li Kerkûkê çar serbazên Iraqê hatin kuştin
Li başûrê Kerkûkê ji ber teqîna bombeyeke vedayî, 4 serbazên Iraqê canê xwe ji dest dan.
Hewlêr (K24) – Li başûrê Kerkûkê ji ber teqîna bombeyeke vedayî, 4 serbazên Iraqê canê xwe ji dest dan.
Medyaya Iraqê ragihand; îro di operasyonekê de li başûrê Kerkûkê, bombeyeke vedayî ya paşmahiyên DAIŞê teqiya.
Li gor zanyariyan; dema serbazan pişkinîn dikirin, bombeyeke vedayî ya paşmahiya çekdarên DAIŞê teqiya û di encamê de çar serbazan canê xwe ji dest dan.
Bûye demek, DAIŞê vekişîna hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê weke derfet dîtiye û bi rêya şaneyên razayî êrîş dike ser hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, bi taybetî ser wan deverên ku valahiya ewlehiyê heye.