Li Kerkûkê çar serbazên Iraqê hatin kuştin

Li başûrê Kerkûkê ji ber teqîna bombeyeke vedayî, 4 serbazên Iraqê canê xwe ji dest dan.

Hewlêr (K24) – Li başûrê Kerkûkê ji ber teqîna bombeyeke vedayî, 4 serbazên Iraqê canê xwe ji dest dan.

Medyaya Iraqê ragihand;  îro di operasyonekê de li başûrê Kerkûkê, bombeyeke vedayî ya paşmahiyên DAIŞê teqiya.

Li gor zanyariyan; dema serbazan pişkinîn dikirin, bombeyeke vedayî ya paşmahiya çekdarên DAIŞê teqiya û di encamê de çar serbazan canê xwe ji dest dan.

Bûye demek, DAIŞê vekişîna hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê weke derfet dîtiye û bi rêya şaneyên razayî êrîş dike ser hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, bi taybetî ser wan deverên ku valahiya ewlehiyê heye.