Brîtanyayê derbarê êrîşên DAIŞê de daxuyaniyek da
Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand; êrîşa DAIŞê bo ser zindana Xiwêran a li Hesekê, ji bo cardin xwerêxistinkirina çekdaran hewldaneke nezok e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand; êrîşa DAIŞê bo ser zindana Xiwêran a li Hesekê, ji bo cardin xwerêxistinkirina çekdaran hewldaneke nezok e.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanyayê de li ser êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser zindana Xiwêran a li Hesekê hat diyarkirin; Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dibe di alîkarîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de û êrîşên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê jî îsbat dike ku gefa DAIŞê hîn jî didome.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê diyar kir; êrîşa DAIŞê bo ser zindana Xiwêran, ji bo cardin xwerêxistinkirina çekdaran hewldaneke nezok e.