Li Tirkiyê 156 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 156 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 156 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24ê Çileyê yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 67 hezar û 23 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 156 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 78 hezar û 362 kes baş bûne.