HSDê 9 dîl ji destê teroristên DAIŞê rizgar kirin

HSDê di operasyoneke leşkerî de 9 karmendên girtîgeha Hesekê yên dîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rizgarkirina 9 karmendên zîndana Hesekê yên dîl di destê çekdarên DAIŞê de bûn ragihand.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro ragihand, duh êvarê hêzên wan di operasyoneke leşkerî de 9 dîl (karmendên girtîgehê) ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Lê belê daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê, behsa çawaniya rizgarkirina van dîlan nekir û tenê da zanîn, ew dîl ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Diyar kir jî, hêzên HSDê li taxa El-Zehûr a Hesekê dest bi operasyona paqijkirinê li dijî teroristên ku xwe di malan (malên kesên ku plana êrîşa li ser zîndana Hesekê danîne) de veşartine kir û di encamê de 5 çeteyên ku kemberên teqîner li xwe kiribûn hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn jî, li taxa Giwêran jî, hêzên HSDê êrîşî pêgehên teroristan kir û di pevçûnan de. 9 terorist hatin kuştin.

Destnîşan kir jî, Li başûrê Hesekê li aliyê çemê Xabûrê hêzên HSDê dest bi operasyona paqikirinê kir û di encama pevçûnan de 3 çete hatin kuştin.

Herwiha ragihand, “Hêzên me operasyonên yên ewlekarî û leşkerî li girtîgeha pîşesazî û derdora wê, bejahiya rojhilatê Dêrazorê û parêzgeha Reqayê bi hûrî didomînin.”