Komek nû ya çeteyên DAIŞê li Hesekê neçar man xwe radest bikin

Hejmara çekdarên DAIŞê yên xwe radestî hêzên HSDê kirine, derket 550 kesan.

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand; li zindana Xiwêran a li Hesekê hejmara çekdarên DAIŞê yên xwe radestî hêzên HSDê kirine, derket 550 kesan.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniya de diyar kir; hêzên HSDê duhî sibê demjimêr 05.00 avêtin ser yek ji avahiyên girtîgehê ku ev çete tê de bûn û nêzîkî 300 çeteyan xwe radestî HSDê kirin û îro hejmara kesên xwe radest kirine, derket 550 kesan.

HSDê beriya niha diyar kiribû; oparasyonên wan li gor plana hatiye danîn berdewam e.

Di daxuyaniyê de hatibû eşkerekirin: “Hêzên me û Hêzên Asayişê bi operasyona paqijikirina taxa Xiwêran û vedûketina şaneyên terorîst ên piştgirî dane çeteyên DAIŞê yên li girtîgehê, dewam dike.”

Amaje bi wê jî da: “Hêzên me ji ber hebûna sivîlan li herêmê, asteke bilind a hişyarî û hestiyariyê nîşan didin ku li hinek xalan weke mertalên zindî ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn.”

Navenda Ragihandinê ya HSDê aşkere kir jî, di şerê bi şaneyên DAIŞê re, 8 terorîst hatin kuştin. Herwiha şervanekî HSDê jî canê xwe ji dest daye.

Şeva 20/1/2022yan hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî ser girtîgeha Hesekê kiribûn. Li gor amaran, heta niha 45 şervanên HSDê û pasevanên girtîgehê di wê êrîşê de canê xwe ji dest dane û bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber rewşa li Hesekê û şerê di navbera çekdarên DAIŞê û HSDê de, 45 hezar kes ji taxên derdora girtîgehê ji malên xwe derketine û derbider bûne.