Mesrûr Barzanî êrîşa li ser mala Serokê Parlamantoya Iraqê şermezar dike

Mesrûr Barzanî: Ev êrîş pêşhateke metirsîdar e û têkdana ewlehî û aramiya Iraqê armanc digire.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li ser mala Serokê Parlamantoya Iraqê Mihemed Helbûsî şermezar dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ev êrîş pêşhateke metirsîdar e û têkdana ewlehî û aramiya Iraqê armanc digire.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya başbûna zû ji birîndarên wê êrîşê re xwast.

Şeva borî bi 3 mûşekan êrîş li mala Serokê Parlamantoya Iraqê (Encûmena Nûneran) Mihemed Helbûsî ya li devera Kereme ya Enbarê hatine kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.