Dosyeyên rakirina parêzbendiya 10 parlamenterên HDP û DBPê gihiştin Parlamentoyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Dosyeyên rakirina parêzbendiya 10 parlamenterên HDPê û DBPê gihiştin Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê. Derbarê parlamenter Semra Guzel de jî dosyeyek din ya rakirina parêzbendiyê hat amadekirin.
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, dosyeyên rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên HDPê û parlamentereke DBPê, bo Parlamentoyê şandin. Li gor agahiyan, dosyeyên gihiştine Serokatiya Parlamentoyê bo Komîsyona Têkel ya Dad û Destûrê hatine şandin.
Li aliyê din, dosyeyek nû ya rakirina parêzbendiyê derbarî Parlamentera HDPê Semra Guzel de bo Serokatiya Parlamentoyê hate şandin.
Wêneyên Semra Guzel li gel Endamekî PKKê di medya Tirkiyeyê de hatibûn belavkirin. Serokomarê Tirkiyeyê dabû xuyakirin, ewê di demeke kurt de bo rakirina parêzbendiya Semra Guzel û 10-15 parlamenterên din gav bavêjin.
CHP û Îyî Partî jî dabûn xuyakirin, bo rakirina parêzbendiya Semra Guzel ewê dengên “Belê” bidin.