HSDê 23 dîlên din ji destê DAIŞê rizgar kirin
HSD diyar dike, oparasyonên hêzên wan ên ewlehiyê li hundir zîndana Hesekê berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rizgarkirina 23 karmendên zîndana Hesekê yên dîl di destê çekdarên DAIŞê de bûn, ragihand.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro di daxuyaniyekê ragihand, hêzên wan duh sibê di operasyoneke de karîn 6 dîl (karmendên girtîgehê) ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Diyar kir jî, di operasyoneke din de ku şeva borî hate encamdan, hêzên HSDê tê de karîn 17 karmedên dîl, ji destê DAIŞê rizgar bikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar dike, oparasyonên hêzên wan ên ewlehiyê li hundir zîndana Hesekê berdewam e.
Duhî jî Navenda Ragihandinê ya HSDê rizgarkirina 9 karmendên zîndana Hesekê yên dîl di destê çekdarên DAIŞê de bûn, ragihandibû.
Şeva 20/1/2022an çekdarên DAIŞê êrîşî ser girtîgeha Hesekê kiribûn, hejmarek ji terorist ji zîndanê reviyabûn û girtiyan jî zîndan kontrol kiribûn û hejmarek ji karmendên zîndanên dîl girtibûn.
Ji wê rojê ve operasyonên HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo kontrokirina zîndanê û rewşa li Hesekê berdewam in.
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber rewşa li Hesekê û şerê di navbera çekdarên DAIŞê û HSDê de, dora 45 hezar kesan ji malên xwe derketine û derbider bûne.