HSD: Hêzên me zindana Hesekê bi temamî kontrol kir

"Pêngava Gurzê Gelan bi encam bû."

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand: "Pêngava Gurzê Gelan bi encam bû û zindana Sinae ya bajarê Hesekê bi temamî ket bin kontrola hêzên me."

Navenda Ragihandinê ya HSDê eşkere kir; Pêngava Gurzê Gelan bi encam bûye û zindana Sinae ya bajarê Hesekê bi temamî ketiye bin kontrola hêzên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

HSDê diyar kir ku îro hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê yên ji girtîgehê reviyane, xwe radest kirine û kesên desteserkirî bo cihekî ewletir hatine veguhestin.

Herwiha eşkere kir; ji destpêka êrîşa ser zindana Sinae ya li Hesekê ve, HSDê nêzîkî hezar çekdarên DAIŞê neçar kirine ku xwe radestî hêzên Hêzên Sûriya Demokratîk bikin.