Serdana Mesrûr Barzanî di medyaya Îmaratê de deng veda

Medyaya Îmarat û welatên Kendavê bi girîngî û bi awayekî berfireh behsa serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmarata Erebî kirin.

Hewlêr (K24) – Serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Îmarata Erebî di medyaya wî welatî û welatên Kendavê de bi girîngî û bi awayekî berfireh hat behskirin, ku serdan ji aliyê aborî û veberhênanê ve ji bo Herêma Kurdistanê û Îmaratê roleke wê ya bi bandor heye. Di medyaya Erebî de hat diyarkirin; herdu aliyan fikr û ramanên xwe li ser rewşa Rojhilata Navîn anîne ziman.

Ajansa nûçeyan a Îmaratê "Wam" ragihand; Şêx Mihemed Bin Zayid pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û destnîşan dike ku di hevdîtinê de li ser rewşa Rojhilata Navîn û aramiya navçeyê gotûbêj kirine.

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê di raportekê de behsa wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî ji aliyê aborî û veberhênanê ve hemahengiyê dikin.

Rojnameya El Beyan jî diyar dike; di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayid li Koşka Behr hemû geşedanên siyasî yên navçe û Rojhilata Navîn gotûbêj kirine.

Rojnameya Weten a Îmaratê destnîşan dike ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdsitanê girîng e û dibêje: “Li Koşka Behr aliyên cuda yên hevkarî û hemahengiya ligel Iraqa bira, bi taybetî Herêma Kurdistanê hat behskirin, ji aliyê aborî û veberhênanê jî karê baştir dê were kirin.”

Rojnameya El Eyn jî di raporta xwe de eşkere dike; Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Zayid nêrînên xwe li ser geşedanên Rojhilata Navîn anîne ziman û bi girîngî behsa hemahengiya navbera herdu aliyan kirine.

Malpera Marsal Qatar hevdîtina Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Zayid weke pêşveçûna aramiya Rojhilata Navîn û geşbûna navbera her du gelan nasandiye.