Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1336 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1336 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1336 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 888 kes li Hewlêrê, 102 kes li Silêmaniyê, 291 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan canê xwe ji dest dan, ku her çar kes li Silêmaniyê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 951 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 389 kes li Hewlêrê, 373 kes li Silêmaniyê, 165 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 16 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 401964
Mirin: 7197
Başbûn: 377425
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.