Hevpeymaniya Navdewletî: Divê hûrgiliyên êrîşa li ser Hesekê bên eşkerekirin
Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî: Hîn DAIŞ li herêmê gef e û nabe careke din vegere
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, divê hûrgilyên rewşa ku bûye sedem DAIŞ êrîşî Hesekê bike, bên naskirin.
Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymanan John Brennan li Twittera xwe nivîsî û ragihand, “Hevpeymanî li aliyê hevpeymana me HSDê ya bi wêrekî li Hesekê şer kiriye radiwest e.”
Brennan Tekez kir: “Ev pirsgirêk ne tenê di hundirê Hesekê de bû, lê belê ev pirsgirêkeke navdewletî ye û divê hemû dewlet di vê derbarê de alîkar bin.”
Wî fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî hişyarî da û got: “Ev zîndanên demkî yên li seranserî Sûriyê, zemîneke guncaw e ji bo belavbûna hizra DAIŞê.”
Da zanîn jî: “Hîn gelek kar maye li Hesekê bê kirin û em pabend in bi pêşkêşkirina şêwir û alîkariyê, ji bo hevpeymanên me yên li Iraq û Sûriyê bi ser bikevin.”
Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî tekez kir jî, “Hîn DAIŞ li herêmê gef e û nabe rê jê re were dayîn da ku careke din vegere.”
Ev daxuyaniya Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî di demekê de ye, HSDê duhî kontrolkirina zindana bajarê Hesekê bi temamî ragihandibû.