HSD: Hîn 60 – 90 çeteyên DAIŞê di zîndana Hesekê de mane

HSD: Hêzên me banga xweradestkirinê li wan çeteyan kiriye û eger ew xweradest nekin, dê bi tundî serederiyê bi wan re bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, piştî kontrolkirina zîndana Hesekê, hîn dora 60 – 90 çeteyan di zîndana Hesekê de mane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, piştî kontrolkirina zîndana Sînaa ya Hesekê, xweradestkirina dora 3500 çeteyên ku isyan kiribûn û êrîşa çekdaran ji derveyî zîndanê ve, hêzên HSDê dest bi kampîna ewlekarî û leşkerî ya hûr di nava jûreyên zîndanê de kir.

Diyar kir jî, di çarçoveya xebatên paqijkirin û berhevkirina agahiyan de, Hêzên HSDê berîkên teroristî yên kamuflajkirî yên li dorhêlên li bakurê zîndanê vedîtin ku hîn dora 60 – 90 çeteyan tê de mane û hewl didin li ber xwe bidin.

Destnîşan kir jî, hêzên HSDê banga xweradestkirinê li wan dike û eger ew xweradest nekin, dê bi tundî serederiyê bi wan re bikin.

Ev yek di demekê de ye, duhî Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihandibû, “Pêngava Gurzê Gelan bi encam bû û zindana Sinaa ya bajarê Hesekê bi temamî ket bin kontrola hêzên me.”

Li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di şerê hefteyekê ya li Hesekê de, 130 çekdarên DAIŞê, 50 şervanên HSD, asayiş û pasewanên zîndanê û 7 kesên sivîl hatin kuştin.