Baroya Şirnexê: Em ê doza Abdulgaffur Dayan bişopînin
Ciwanê bi navê Abdulgaffur Dayan ku wesaîta saziya fermî lê dabû, piştî 2 rojan jiyana xwe ji dest da.
Diyarbekir (K24) - Ciwanê bi navê Abdulgaffur Dayan ku wesaîta saziya fermî lê dabû, piştî 2 rojan jiyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz amaje kir ku ji ber sizanedanê bûyerên wisa ne cara yekem e rû dide û dê ne cara dawî be jî.
Di 24ê Çileyê de li Cizîra Botan ser Pira Kevn wesaîteke saziyên fermî li ciwanek bi navê Abdulgaffur Dayan da û di encamê de ciwanê 24 salî piştî 2 rojan li Nexweşxaneya Cizîrê jiyana xwe ji dest da û hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin.
Hat zanîn ku wesaîta li Abdulgaffur Dayan daye di sala 2018an de ji aliyên Şaredariya Cizîrê ve hatiye standin û paşê jî ji ber ku şaredarî ketiye deste qeyûm de ew wesaît jî bo parastvanên qeymeqam hatiye dayîn.
Dema li ciwanê bi navê Abdulgaffur Dayan daye jî wesaît di bin xizmeta parastvaniya Qeymeqamiya Cizîrê de bû.
Derbarê bûyerê de Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz amaje kir ku gelek hatiye dîtin ku dema berguman hêzên ewlekariyê bin dadgeh rêbaza sizanedanê bi kar tîne û rê li ber bûyerên wisa vedibe.
Hat zanîn ku Parlementera HDPê Nuran Îmîr jî ji Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylû re pirsiyarnameyek şandiye lê hê bersiv nehatiye dayîn û di encama pirsîna heman mijarê de jî Asayîşê Şirnexê jî gotiye ev mijar raya giştî eleqeder nake.
Şaredariya Cizîrê jî da zanîn ku ew wesaît ya şaredariyê ye û ne zirîşpoş û derbarê bûyerê de jî lêpirsîna îdarî û dadî hatiye vekirin, di pêvajoyê de li malbata ciwanî xwedî hatiye derketin û peyama sersaxiyê hat belavkirin. Şaredarî dibêje “bi wefata Abdulgaffur Dayan em gelek xemgîn in”