Bi fermana Serokwezîr termên hejmarek qurbaniyan digihin Kurdistanê

Di rêya ber bi Ewropayê de di deryayê de xeniqîbûn.

Hewlêr (K24) – Çavkaniyekî ji Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; roja şemiyê 29/1/2022yan termên hejmarek qurbaniyan digihin Hewlêrê, ku di rêya ber bi Ewropayê de di deryayê de xeniqîbûn, du roj piştî şemiyê jî hejmarek din ên qurbaniyan têne vegerandin.

Li gor çavkaniyê, roja 29/1/2022yan termên van qurbaniyan digihin Hewlêrê:

Rêzan Ebdurehman Uzêr

Sumeya Casim Berwarî

Bîlal Casim Berwarî

Rebîe Ebdurehman Hemereşîd

Roja duşemê 31/1/2022yan jî termên 5 qurbaniyên din bo Kurdistanê tên vegerandin:

Raz Karwan Xefûr Şorîceyî

Aştî Cibraîl Ehmed Talebanî

Ezîme Osman Mihemed

Ejîn Awdêr Resûl

Anya Awdêr Resûl