Rêveberiya Deriyê Pêşabûr rojên vekirina derî eşkere kir

Ji roja şemiyê 29ê Çileya 2022yan şûnde, dê her hefte sê rojan derî ji bo çûn û hatina navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê were vekirin.

Deriyê Pêşabûr
Deriyê Pêşabûr

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Deriyê Pêşabûr ragihand; ji roja şemiyê 29ê Çileya 2022yan şûnde, dê her hefte sê rojan derî ji bo çûn û hatina navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê were vekirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Deriyê Pêşabûr çûn û hatina di deriyê Pêşabûrê re piştî 29/1/2022yan vedigere weke berê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin; hemû kesên li herdu aliyan asê mane û xwediyê îqameya Herêma Kurdistanê û Ewropayê ne, dikarin rojên şemî, duşem û çarşemê çûn û hatinê bikin.

Roja 15/12/2021ê hejmarek ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşî ser deriyê sînorî yê Pêşabûrê kiribûn, Herêma Kurdistanê jî biryara girtina derî dabû.

Di vê heyama girtinê de jî, deriyê Pêşabûr bi awayekî demkî ji bo kesên ku li her du aliyan asê mabûn, hatibû vekirin.

Fly Erbil Advertisment