Li Tirkiyê di rojekê de 82 hezar û 180 kes bi Koronayê ketin

174 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 174 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 27ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 82 hezar û 180 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 174 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 83 hezar û 225 kes baş bûne.