Encûmena Asayîşa Navdewletî ji bûyerên Girtîgeha Xiwêran nîgeran e

Encûmena Asayîşa Navdewletî duh êvarê 27ê Çileya 2022yan rûniştineke taybet li ser rewşa Sûriye û Heseke û Girtîgeha Xiwêran li dar xist.

Hewlêr (K24) – Encûmena Asayîşa Navdewletî duh êvarê 27ê Çileya 2022yan rûniştineke taybet li ser rewşa Sûriye û Heseke û Girtîgeha Xiwêran li dar xist, ku Nûnerê Herdemî yê Rûsyayê tê de amade bû.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayîşê û Berpirsê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Têkoşîna dijî Terorê Vladimir Fronkov nîgeraniya xwe li ser êrîşên DAIŞê bo ser Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê ragihand.

Vladimir Fronkov diyar kir; di encama wê êrîşê de hejmareke berçav a zindaniyên DAIŞê reviyan, 700 zarok jî di wê girtîgehê de hene, ku DAIŞ wan weke mertala mirovî bi kar tîne.

Fronkov destnîşan kir; bûyerên Girtîgeha Xiwêran beriya niha li çend cihên cîhanê dubare bûne, DAIŞ û El Qaîde ji bo karên wisa amadekarî kiribûn.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Encûman Asayîşê tekez kir ku şiyana DAIŞê heke ku dest bi ser girtîgehan de bigre, ev gef bi dawî nehatiye, dibe ku dubare bibe, divê kêşeya girtîgeh û kampên DAIŞê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê werin çareserkirin.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayîşê yê li Sûriyê ragihand; reva zindaniyan di sala 2014an de li Iraqê jî rûda, ev nameyek e ji bo her kesî ku teror li ser cîhanê gef e.

Li Girtîgeha Xiwêran zêdetirî 4 hezar çekdarên zindanîkirî yên DAIŞê hebûn, di nav wan de 700 çekdar temenê wan di jêr 18 salî de ne, li gor gotin Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan heta niha tenê 2 hezar çekdar hatine desteserkirin, ew jî piraniya wan xwe radest kirine.